Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê bi tundî dikevne ber êrîşa Îsraî

23:27 - 25 Tebax 2025

Pêka dawî raporên belavnbûyî, hêza Esmaniya Îsraîl, navendên serbazî, neftî û herwisa wizegehên Hûsiyên Yemenê li çendîn cihan li parêzgeha Sen`ayê kirine armanc û derbên gelek giran bi Hûsiyan xistin.

Tevî ku Hûsiyên Yemenê hewla perdepoşkirina xisarên pêketî didin, lê ragihandine ku zêdetir ji 2 Hûsî hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.

Pêka raporên Îsraîlî, wizegehên serbazî yên “Esar û Hizaz” jî li nêzî koşka serkomaroiya Yemenê, hatine teqandin.

Çend rojan berî niha Hûsiyên Yemenê, mûşekeke avêtine Îsraîlê ku li esmanê deryaya Sor de hate teqandin ku curek mûşekên balistîkê yên rêjîma Îranê ye ku li yasayên navnetewî de bi çekên komkuj an kuştina bi kom têne naskirin ku kumkê teqîna wan çendîn bompên din ên biçûktir li xwe digre.