
“Ehmed El-Şer`i” serkomarê demkî yê Sûriyê ragihandiye ku li danûstandinên digel Îsraîl de nêzî lihevkirineke gelek mezin bûne û pêşketinên mezin ên ewlehî li navbera Îsraîl û Sûriyê de bi dest ve hatine.
Herwisa navbirî ragiahndiye ku her girêbestek bi qazanca Sûriyê be, dê bi eşkere bê kirin û her cure lihevkirinek digel Îsraîlê, bi eşkere dê bêne belavkirin.
Navbirî zanyariyên zêdetir belav nekirin lê ya xuya, ev xevin û wehmên rêjîma Îranê li Sûriyê bi nirxa sedan milyard Dolar ji dirafê xelkê Îranê ye ku bi tevavî ji aliyê Îsraîlê ve hatine pûçkirin.
Pêka raporên belavbûyî, siyasetên navnetewî bi taybet Amerîka li Sûriyê, li derheq daxwaziyên Kurdên li Rojavayê Kurdisdan jî bi awayek berçav erênîtir û hivîdertir bûne.