Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yadê şehîd Şerîf Bacwer û hevalên wî li 7 mîn salvegera şehîdbûna wan de bilind hate ragirtin

23:29 - 25 Tebax 2025

Bi beşdariya hezaran kes ji jîngehparêz, hogirên jîngeha Kurdistan û welatparêzan, rêûresmeke bi şan li heftemîn salvegera şehîdbûna “Şerîf Bacwer û hevalên wî, rêpîvanek bo rêzgirtin li şehîdên jîngeha Kurdistanê hat lidarxistin.

Beşdarbûyên vê rêûresma bi şan ku jin, mêr û nûgihan li xwe girtibûn, bi bilindragirtina yad û navê wan şehîdan, bi hilgirtina wêne û posterên taybet, rêz li nav, ked û yada wan şehîdan girtin.

Li 3ê Xermanan a sala 1397 a rojî de şehîd “Şerîf Bacwer, Omîd Konepoşî, Rehmet Hekîmîniya û Mihemed Pejûhî” li bûyereke cihê şik gunê de li dema temirandina agir li nava daristanên Merîwanê de, şehîd bûn.

Çalakvanên jîngehparêz, malbatên şehîdan û beşdarên rêûresmê, tekezî li ser soza xwe bo berdewamkirina parastina jîngehê û rawestan li hember bêdadiyê kirin.

Xelkê Kurdistanê zarokên xwe yên şehîd ji bîr nakin û her tim yada wan bi bilind radigrin.