
Kelha Bêrdûkê yek ji şûnwarên herî giring ên dîrokî yên Urmiyê ye ku keftiye nawça Somayê û nêzî gundê Bêrdûkê ye û 96 kîlometran dûrî bajarê Urmiyê ye.
Kelha Bêrdûkê li ciheke asê û çiyayî û li nêzî sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye û dîroka wê vedigere serdema Sefewiyan ku ji aliyê "Teqî Sultan Bin Nezen Begê Bin Gazê" hatiye avakirin.
Kelha Bêrdûkê ji şûnwarên mizgeftek, gorek û çend avahiyên din, avahiya kelhê û hewşeyek bo berevanîkirinê û enbareke avê, avahiyeke sê qat li navendê û burca çavdêriyê pêk tê.
Gelek kes dibêjnê Kela mîrê Bêrdûkê, gorî lêkolînan dîroka vê Kelê vedigere bo 700 salî berî niha, vê demê ev Kele navenda hakimiyeta Mîr bûye ku hakimdarê vê nawçê bûye.
Şûnwarên kevnar ku beşek ji dîrok û çan û nasnama her neteweyekê didne xûya, bêguman bo me Kurdan ji her wisaye.
Ev Kela dîrokî herwekî zaf cihên dinê li Kurdistanê de ku dîrok û nasnama me ye, desthilatdarên dujminê Kurd û Kurdistanê ne tenê çi cehdek bo parastina wan nedane, belkû hebxwe rêxweşkerin ku ev belge û nasnamên neteweyî ye me jinav biçin. Kela Bêrdûkê û Kela Dim Dim û zaf şûnwarên din dîroka gelê me ya akincîbûnê û Kurdistanî bûna vê axê didne xûya.
Nabî em benda rêjîmên desthilatdar bin ku bo me biparêzin yan nojen bikin, belkû erkê netewî ye kit kitê gelê me ye ku eva destê wan tê wan cihan biparêzin, nûjen bikin, û bikne cihên geştiyarî bo nasandina dîrok û çanda Kurd û Kurdistanê.