
N. Nûredîn Sofîzade
Agirî ev navê bi heybet, ev çiyayê bi selabet, ev dergûşa berxwedanê, ev kela berxwedanê ku bi dirêjahiya dîroka xebat û doza berheqe gelê Kurd de, êvirgeha geleyk şoreşvanan bûye û gelek tevgerên mezin li xwe girtine, bo gelê me remz û sembolek e, û bo dujmin û dagîrkeran jî cihê şikan û kevtinê bûye.
Bi wan taybetmendiya Agirî bûye navek pîroz ku îro rojê bi hezaran xortên Kurd navê wan Agiriye, Agirî bûye Tablo, lewra dema ku di payîza sala 2003 a Zayînî de Hizba Dêmokrat bi cehda hin kesên xemxor biryar da ku Rojnameyekê bi zimanê Kurdî û Kirmanciya jorîn û bi tîpên Latîn biweşîne, yêkim navê ku bo vê Rojnamê hate ziman ilham vergirtin ji nav û remz û sembola Agirî bû.
Agirî îro 500 mîn hejmara xwe bi şanazî ve weşand, ev Rojnameya bi ked û îza û dilsoziya gelek kesên derwest û keddar bê rawestan hatiye heta geheştiye Îro anku 500 hejmar ku hilgirê manşêt, gotar , mijarên siyasî, civakî, çandî, dîrokî û ….. li xwe girtine.
Rast e Agirî ji aliyê Hizba Dêmokrat û bo şirove û gihandina siyaset û helwêstên vê Hizbê û tevgêra Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tête weşandin, lê qet xafil nebûye ji pirsa netewî û wek bazneyekî mezintir û netewî tev geriya ye.
Bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara Agirî, pîrozbahiyekî germ û bi qasî bilindahiya çiya yê Agirî li hemî wan kesan dikin ku di çap û weşana Agirî de ked dane û pênûsa xwe bo dewlemendkirina Agirî xistine kar.
Pîroz be derçona 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî