
N. Mihemedsalih Qadirî
Bi hilkefta 500`mîn hejmara rojnameya Agirî, bi dilgermî û serbilindiyek mezin ve pîrozbahiyek germ ji hemû xebatkar û xwendevan û welatperwerên Kurdistanê dikim.
Bo min wekî damezrêner û rêvebrê qonaxa yekem a Agirî, çi hesteke xweş û rûmetek mezin e ku bêjim îro ne tenê bîranîna 500`mîn a rojnameya Agirî ye, belkî di heman demê de bîranîna rêwîtiyek dirêj û maratonek 22 salî ye ku ji dema damezirandina Agirî de, em wekî wan zarokên ku ji çalepîtiyê ve dest pê bikin wisa bûn, lê niha em gihane serdema xortiniya 22 salî ya Agirî. Bê guman Agirî ji niha şûnda jî biqavet û baştir dê ked û xebata xwe ya pîroz bidomîne.
Çima navê rojnamê bû Agirî? Felsefeya danîna navê Agirî ji bo rojnameya me û weşandina wê bi tîpên latînî û zaravayê kurmancî, di sergotara yekem hejmara Agirî de bi manşeta ji Çiyayê Agirî ve ber bi rojnameya Agirî hatiye. Ev nav hem îlhamwergirtin bû ji navê rojnameya Agirî ya serdema serhildana Agirî/Araratê, hem jî li ser bingeha wê armanca ku Agirî jê re hatibû damezrandin, ku wekî Çiyayê Agirî bibe sîvana pêkvegirêdana Rojhelatê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê û Kurdên Qefqasiyayê, û bibe pira gehandina deng û rengê xebata rizgarîxweziya Rojhelatê Kurdistanê ji bo Bakûr û Rojava û Kurdên diyasporayê, û bikaribe dengûbas û rewşa siyasî ya tevgera Rojhelatê Kurdistanê bi tîpên latînî û zaravayê Kurmancî bigehîne welatperwerên me.
Rojnameya Agirî bo me dibistanek e ku tê de zanyariyên rast û hişmendiya netewî û rihê welatheziyê hatiye belavkirin. Di debistana Agirî de, li ser wê xebata ku tê de dengê rastî û hizra azad a welatperwerî û hişmendiya netewî tê afirandin, em bilind dinirxînin. Spas ji bo rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên me re ku bi pênûsa xwe ya zêrîn Agirî kirin platformeke afirênerî ya zanyariyên giranbuha, û heta îro jî bi Agirî re berdewam in. Spas ji bo xwîner û rexnegirên dilsoz û kedkarên fedakar, ku di vê rêwîtiyê de bê westiyan kar kirine û em gihandine roja îro. Agirî di wan 22 salan de gelek xebat kiriye da ku ne tenê wekî rojnameyeke hizbî û berteng, belkî wekî platformek azad, nêrîn û ramanên cuda jî belav bike û di dilê gelê xwe de hêviyeke birûmet biçîne, û bi parvekirina zanyariyên siyasî û pêşxistina hişmendiya netewî, bandorek berçav li ser coxîna rojnamevaniya kurdî hebe û şopa xwe kifş bike.
Di daviyê de hêvîdar im munasibeta 500`mîn hejmara Agirî bibe despêka qonaxeke nû û dewlemend ji bo kar û xebatên zêdetir ên rojnameya Agirî û xebatkarên wê yên hêja.
Mihemedsalih Qadirî avaker û yekimîn berpirs û sernivîskarê Rojnameya Agirî