Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatê Usturaliya balyozê rêjîma Îranê derêxist û balyozê xwe jî ji Îranê vexwan

11:30 - 26 Tebax 2025

Serokwezîr, wezîrê derve, wezîrê navxwe û serokê saziya îtlaata Usturaliya li rûniştinekî parlemanî de ragihandin ku hin belgeyên cihê hitbarê dest dam û dezgehên ewlehiye Usturaliya keftine ku îsbat dikin rêjîma Îranê dest li 2 kiryarên terorîstî û xirabkariya wî welatî de dest hebûye.

Bi belge hatiye xuyakirin ku rêjîma Îranê li agirberdan û teqandina Restoran “Lûîs Kantytal Kîçîn” li Sêdnî yê û Kenîsaya “Ads a Îsraîl” li Mlbornê de dest hebûye.

Lewra welatê Usturaliya biryar daye ku çiyê din îzên nede terorîstên rêjîma Îranê bi rêkxistin û piştewaniya binav balyozxane û binav dîplomatên terorîst ên rêjîma Îranê di wî welatî de bimînin.

Her gorî wan belgên hebûna destê rêjîma Îranê li wan kiryarên terorîstî de, Pênî Wang wezîrê derve yê Usuraliya ragihand ku bayoz û 3 kardarên dinê yên balyozxana Îranê li Usturaliya derêxistin û herwisa Usturaliya bayozê xwe jî li Têhranê vexwand.  

Wezîrê derve yê Usuraliya ev kiryarên xirabkaraneye rêjîma terorîtpervere Îranê bi tundî şermezar kirin û got: Gorî belgên dest navendên ewlehiya Usturaliya yê keftinî, egera hindê hebû ku rêjîma Îranê bernamerêjiyê bike bo kiryarên dinê ye terorîstî û xirabkarî.

Serokwezîrê Usturaliya jî ragihand ku dê cehdê bike welatê wî, sipaha pastaran a rêjîma Îranê wek rêkxistinekî terorîstî nas bike.