
Sendîkaya Mamostayên Bajarê Merîwanê bi belavkirina daxuyaniyekê rû bi xwendekar û xelkê, daye zanîn ku rêjîma Îranê bi rêya navendên xwe yên ewlehî û îdarî, hewlê dide ku perwerde û hînkariya rêjîmê wek alavek îdeolojîk her cure dengê serbixwe û dadperweriyê betal bike ku bi cihê perwerdekirina hizir û hişmendiyê, bi tenê birêveberê ferman û cîbicîkerê karên wan be.
Herwisa li vê daxiyaniyê de hatiye ku mamosta rastî pirojeyeke çendalî û rêkxistinkirî ya jikarderxistina sîstematîk hatine ku bi şêwazên cuda mamostayên mafxwaz û rexnegir, ji kar derdixe û bi tekezî ragihandiye ku ev jikarderxistin, dûrxistin û malnişînkirina bi zorê, helqên zincîrekê ne ku armanca wan sînordarkirin û fetisandina dengê mamostayan û birîna rehên zanist li civakê ye.
Herwisa li vê daxuyaniyê de huşdarî hatiye dan ku ev rewşa dê perwerde û hînkariyê ji nav bibe û paşeroja zarokên wî welatî tarî bike û rû bi hemû mirovên azadîxwaz gotine ku piştevanî li tevgera mamostayan bikin.