Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze 2 milyon Efxaniyên din jî, ji Îranê derxîne

11:53 - 26 Tebax 2025

Eskender Moiminî, wezîrê navxwe yê rêjîmê daye zanîn ku ji destpêka îsal ve heta niha zêdetir ji milyonek û 200 hezar kes ên xelkê Efxanistanê ji Îranê bo Efdxanistaniyê vegerandine û hêj 2 milyon Efxaniyên din jî dê ji Îranê bêne derxistin.

Navbirî îdia kiriye ku derêxistin û vegerandina wan bo Efxanistanê dê pêka bernameyeke dariştî ya hûr bê kirin.

Li rastiyê de rêjîma Îranê bê ti hevahangî an dariştina bernameyek zanîstî û dûr ji heçî biryar û pirensîpekî navnetewî, xelkê Efxanistanê yên ku bi yasayî an neyasayî li Îranê de rûniştî ne, bi sîxurîkirin bo Îsraîlê tawanbar dîbîne û wan bi kom û bi zorê, bê nan û av û bê derman û hewcehiyên din, li sînoran de radigre û heta beşek ji xelkê Belûçistanê ku bê nasname ne, bi zorê jî Îranê derxistine û ev yek bi awayekî nemirovane, neyasayî û dûr ji hemû pirensîpên mirovê û navnetewî bê berçavgirtina ewlehiya canî, her berdewam e.