Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 5 girtiyên din jî li girtîgehên xwe de bidar vekirin

17:35 - 26 Tebax 2025

Rêjîma Îranê 5 girtiyên din li girtîgehên xwe li bajarên “Îsfehan Dizfûl, Gurgan û Nêyşabûr”ê de bidarvekirin û bi wî awayî rêjeya bidarvekirinan li heyva Gelawêjê de gihîşte 169 haletan û çendîn girtiyê dinê jî li heyva Xermananê de hatine bidarvekirin.

Li roja Dûşemî 3ê Xermananê, “Esed Şeibanî”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nêyşabûrê, û li roja Şemî 1ê Xermananê, “Tahir Fîrûzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê, hatine bidarvekirin.

Herwisa li 30ê Gelawêjê, “Şemsullah Xêyrî, Edbul Sebzî û Mehdî Kazimî” li girtîgeha Destgird a rêjêmê li bajarê Îsfehanê, hatine bidarvekiri.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser girtiyan de, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” bi kar tîne.