Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera dubarebûna kuştinên bi kom ên dehika 60an li Îranê heye

17:36 - 26 Tebax 2025

Li devedevê 60 mîn civîna Şêwreya Mafê Mirov ya Saziya Netewên Yekgirtî ku dê ji 8ê September heta 8ê Octobera 2025 an li bajarê Jinêvê de bi rê ve here, 9 navendên şêwirkar û 18 encumenên mafê mirovî bi belavkirina daxuyaniyekê, huşdarî dan ku metirsiya dubarebûna kuştinên bikom wekî sala 1367 a Rojî li Îranê heye.

Li vê daxuyaniyê de daxwaz ji endam û çavdêrê Şêwreya Mafê Mirov kirine ku bi lezgînî, rêgirî li pêla berbi zêdebûna bidarvekirina girtiyên siyasî û destragirtina berpirsên rêjîmê bikin û ragihandine ku metirsiya qewimîna cinayetên bi kom ên wek kuştinên bi kom ên sala 1367 a Rojî gelek micid e.

Li dawiyê de daxwaz ji civaka cîhanî hatiye kirin ku rêgirî li dubarebûna kuştinên bikom a wekî sala 1367 a Rojî bikin.