
Morgan Ortagus a cihgirê Stîv Wîtkaf ê Nûnerê Taybet ê Amerîka li karûbarên Rojhilata Navîn li serdana xwe bo Lubnanê de li derheq axaftinên “Neîm Qasim” ê serokê Hizbullahê bi tekezî ragihand ku “Neîm Qasim û Hizbullah” nûnerê xelkê Lubnanê nînin, ew nûnerên hêzên biyanî ne, ev nûnerên rêjîma Îslamiya Îranê li Lubnanê de ne.
Navbirî ragihand ku eva em li Amerîkayê de hewlê didin bo Lubnan û xelkê Lubnanê bikin, bihêzkirina dewleta Lubnan, bihêzkirina navend û damezraveyên Lubnanê, bihêzkirina Artêşa Lubnanê, dewlet û navendên vê ne û Amerîkayê rola piştevan heye da ku Artêş û dewletî careke din kontrola dewlet, navendên vê û desthilatê bi dest xwe ve bigrin
Morgan Ortagusê ragihand: “Kesên ku li rastiyê de girîngî bi Lubnanê didin, lipey bihêzkirina dewlet û damezraveyên Lubnanê ne neku hêz bi biyaniyan bidin ku bikarin bi berdewamî Lubnanê aloz bikin.