
Xelkê Gundê Çirê li devera Kinarberoj a girêdayî bajarê Urmiyê ku bi tenê 8 kîlometran ji rêya serekî ya navnetewî dûr e, ji hemû îmkanatan bi atybet av û rêya serast bêpar in, xwendingeh û dibistanek bi wec nînin û bi tenê li hilbijartinan de berpirsên rêjîmê bona xapandina xelkê û komkirina dengan, serdana wir dikin û pêka raporên xwecihî, hinek kes ku xwe ser bi sipaha pasdaran a terorîst didin nasandin, mijûlê talankirina erd û kangehên wî gundî ne û tevî ku ti qazamcek bo xelkê wî gundî nîne, sirûşta wî gundî jî jinav dibin.
Li vê derheqê de xelkê wî gundî xwenîşandan kirine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe û herwisa sekinandina talankirin û jinavbirina jîngeha wî gundî kirine.