Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssi ji aliyê hêzên parêzvan ve tê parastin

17:14 - 27 Tebax 2025

Piştî gefxwarinên rêjîma Îranê li Rafaên Girûssî, serokê Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî, ji aliyê yekeke hêzên ewlehî ya Otrîşê ya bi navê Kobra ve tê parastin.

Rêjîma îranê îdia dike raporên Rafaêl Girûssî bûne sedema rêxweşbûn bo şerê Îsraîl û Amerîkayê digel rêjîma Îranê û herwisa îdia dike ku Rafaêl Girûssî ev rapor yekalî nivîsîne.

Saziya Ewlehiya Otrûşê ragihandiye ku ji aliyê rêjîma Îranê ve bi rêye kesekî, gef li Rafaêl Girûssî hatiye xwarin.

Berpirsên rêjîma Îranê bi eşkere û li ragihandinên xwe yên fermî de gefa kuştinê li Rafaêl Girûssî kirine.

Pêka gotina hinek berpirsên welatan, egera vê heye ku Rafaêl Girûssî yek ji berbijêrên serokatiya bê ya Saziya Netewên Yekgirtî, piştî Antoniyo Gotrês be.