
Li halekê de ku bi tenê çend roj bo çalakkirina mikanîsma maşê bo ser rêjîma Îranê mane, vê rêjîmê li danûstandina li roja Sêşemî 4ê Xermananê ti pêngawek erênî an pêşniyareke cihê ceribandinê nedane û danûstandin digel Troîkaya Ewropayê bê encam bi dawî hatiye.
Pêka raporên belavbûyî, pêşniyarên rêjîma Îranê bi tenê hinek sozên bê wec bûne ku ne naverok û ne cihê ceribandinê bûne û danûstandin bê ti encamekê bi dawî hatiye û li rastiyê de armanca rêjîmê bi tenê demdirêjkirina danûstandinan bo xwederbaskirin li çalakbûna mikanîsma maşê û derfetpeydakirina zêdetir bo berhemanîna çeka navkî ye.
Kazim Xerîbabadî berpirsê şanda rêjîmê li vê derheqê de bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de îdia kiriye rêjîm pêbendê dîplomasî û rêkara dîplomasî ye û daxwaza demdirêjkirina wan danûstandinan kiriye.
Armanca rêjîmê li wan cure pêşniyaran li danûstandinên bê encam de qazanckirina dem e ku bi eşkere tê xuya.