
Pêka raporên Halveşê hêzên leşkera quds a ser bi hêza bejayî ya spaha pasdaran a terorîst li roja Çarşemî 5ê Xermananê de li bajarên Îranşehr û Serawanê de êrîş kiriye ser 2 malan û çendîn demjimêran şer berdewam bûye û kesên li wan malan de heta dawiyê berxwedan kirine.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku spaha psdaran a terorîst li êrîşkirina bi ser wan 2 malan de çekên sivik û herwisa çekên giran ên wek Arpîcî “RPG, top, xumpare û diron” bi kar anîne û hinek çavkaniyên nefermî ragihandine ku 13 kes li wan 2 şeran de hatine kuştin ku heta dawî fîşekê şer kirine.
Çeyşuledilê li vê derheqê de ragihandiye ku çend kes ji hêzên wê rêkxiravê hatine kuştin.