Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka biryar da ku bo hertim dawiyê bi Hemasê bêt

14:15 - 5 Tebax 2025

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku piştî belavbûna girte vîdyoya belavbûyî ya barimteyê destê Hemasê ku bi zorê gora wî pê didne kolandin, Donald Tromp ê Serkomarê Amerîka û Marko Robiyo yê Wezîrê Derve yê Amerîka, gelek bi micidî ragihandine ku desthilata Hemasdê li Xezê de dibe bo hertîm jinav biçe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li vê derheqê de ragihand: “şerxwaziyên Hemasê ti dawiyek nînin, ev girte vîdyo gelek cergbir û wîjdana mirovahiyê hejand û bû sedema micidbûna dewleta Amerîka bo dawîanîna hertimî bi desthilatdariya Hemasê û dilê me digel malbatên barimteyên li destê Hemasê de ye.

Herwisa Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Donal Trump ragihandiye: “Lezgîntirîn rê bo dawîanîn bi kirîza mirovî li Xezê, teslîmbûna Hemas û azadkirina barimteyan e”.