
Berpirsên rêjîmê ragihandine ku nabe hilveşandina dorpêçên bo ser rêjîma Îranê bi danûstandinên li navbera Amerîka û Îranê ve girê bidin.
Kazim Xerîbabadî cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê, pêdegirî bi ser 3 pêşmercên xwe anku “alxayînîdan bi rêjîmê, xweparastin ji karên wek êrîşkirina serbazî bo ser rêjîmê û bi fermînaskirina mafê rêjîmê pêka girêbesta “NPT” wek meyandina Uraniyomê” dikin.
Tevî ku rêkevta civîna bê ya Troîkaya Ewropa digel rêjîmê nexuya ye û gefa çalakbûna mikanîzma maşê bo ser rêjîmê jî her berdewam e, “Kazim Xerîbabadî”, cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê, gotiye: “Nabe hilveşandina dorpêçên bo ser Îranê bi danûstandin digel Amerîkayê ve girê bidin, hekî Amerîka amade nebû danûstandinê digel Îranê bike an danûstandin bi rê çon û ev dorpêç nehatine hiêlveşandinm, êdî kar bi dawî tê”.