
Kombûn û xwernîşandana xwediyên kamiyonên hawirdekirî bo çaremîn roj berdewam bû û li roja Sêşemî 14ê Gelawêjê, wan ajotvan û xwediyên kamiyonên hawrdekirî bi kombûn û lidarxistina xwenîşandaneke dehan kesî, nerzayetiya xwe li bersivnedana berpirsên rêjîmê, destdanîn bi ser hejmarek ji kamiyonên wan ji aliyê rêjîmê, ragirtina neyasayî ya kamiyonên wan li gumrikên rêjîmê de dane xuya.
Herwisa li vê rojê de pêşkirên xaniyên “Meskenî Millî” li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq rohnbûna qedera xaniyên xwe ku zêdetir ji 5 sal e bi nerohnî maye, nebûna bernameyeke serast bo dana wan xaniyan û nebûna nerohnî li nirx û dema radestkirina wan xaniyan, dane xuya.
Herwisa bi sedema qutbûna berdewam a Berqê li piraniya bajarên Îranê de xelk bêzar bûye û jiyan û karê wan tevî pirskirêkan rûbirû bûye û gelek cihan xelkê nerizayetiya xwe dane xuya û ev nerizayetî roj bi rojê berfireh dibe.