
Reutersê belav kiriye ku Rûsiyê bi şandina peyamekê bo rêjîma Îranê ragihandiye ku li demek gelek nêzîk de dê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi awayekî hevpar, êrîş bo ser rêjîma Îranê bê kirin û bi tenê li benda fermana êrîşkirinê ne û li vê derheqê de huşarî daye.
Pêka vê raporê, Rûsiyê bi rêyên dîplomatîk ev peyama taybet bo rêjîma Îranê şandiye, û tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq dijheviyê ji kontrolderketî li deverê, daye nîşandan û daxwaza xweparastina rêjîmê ji her cure kiryareke bizvêner û haydanane kiriye û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê kiriye.
Ew peyama li halekê de ji aliyê Rûsiyê ve bo rêjîma Îranê hatiye şandin ku alozî û dijheviyên linavbera Îsraîl û Amerîka û Ewropa ji aliyekê û rêjîma Îranê ji aliyê dinê, li tundirîn rewşa xwe de ye.