
Roja Dûşemî 13ê Gelawêjê, hejmareke zêde ji xelkê bajarê Sinê, jîngehparêz û hogirên jîngeha Kurdistanê li goristana “Hesenabad” a bajarê Sinê de kombûn û rêûresma heftemîn roja şehîdbûna “Çiyako Yûsifînijad” bi rê ve birin.
Beşdarbûyê vê rêûresmê tevî rêzgirtin ji cangorîkirina şehîdên jîngehê, careke dikin tekezî li ser giringiya parastina jîngeha Kurdistanê û piştevanîkirin li xwebexşên temirandina agirên jîngehê kirin.
Piştî dawîhatina vê rûresmê, beşdarbûyan û herwisa hejmareke zêde ji xelkê bajarê Sinê, li rêûresma bilindragirtina yada şehîdên jîngeha Kurdistanê “Xebat Emînî û Hemîd Muradî” li goristana “Bihişta Mihemedî” ya bajarê Sinê beşdarî kirin.
“Çiyako Yûsifînijad, Xebat Emînî û Hemûd Muradî” 3 “Şehîdên Parastina Jîngeha Kurdistanê” ne ku li dema temirandina agir li çiyayê Awiyer a Sinê de raştî şewitînê hatin û şehîd bûn.