
Pêk araporên ku li nûçegihaniyên Îsraîlê de hatine belavkirin, “Binyamîn Netanyaho”, Serokwezîrê Îsraîl biryar daye ku tevahiya axa Xezê bêxe jêr kontrola xwe û barmiteyên li destê Hemasê ku li axa Xezêde de hatine ragirtin rizgar bike û ew operasiyona serbazî dê li wan cihan de dest pê bike ku egera ragirtina wan barimteyan zêdetir e.
Pêka wan raporan, Îsraîl dixwaze tevahira axa Xezê bi rêya operasiyona serbazî bêxe jêr kontrola xwe û biryar e ku li roja Sêşemî 14ê Gelawêjê, ew yek li kabîneya dewletê de bê erêkirin.
Teşkîlata xwebirêveber a Felestînê daxwaz ji civaka navnetewî kiriye ku rêgirî ji bernameya Îsraîl bo kontrolkirina tevav a axa Xezê bikin.