Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike ti danûstandineke rasretast digel Amerîkayê nake

14:28 - 5 Tebax 2025

Îsmaîl Beqayî” berdevkê wezareta derve ya rêjîmê roja Dûşemî 13ê Gelawêjê, li civîneke rojnamevaniyê de îdia kir ku Îranê ti bernameyek bo danûstandina rasterast digel Amerîkayê nîne û herwisa ti lêkolerekî Ajansa Navnetewîê ya Wizeya Navkî li Îranê de nemaye, lê li 10 rojên bê de lêkolerên vê ajansê dê serdana Îranê bikin.

Îdiayên wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku pêştir “Rafaêl Girûssî” yê birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ragihandibû ku li danûstandinên bê de mijara vegerîna dubare û karê lêkolerên vê Ajansê li Îranê de nîne”.

Rêjîma Îranê îdia dike ku bi ti awayek dest ji bernameya meyandin a Uraniyomê bernade.