Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê bi awayekî hovane êrîşê dikin ser jinan

14:30 - 5 Tebax 2025

Pêka girtevîdyoyeke belabûyî li torên civakî, yek ji hêzên rêjîmê li jêr navê parastina hicabê, bi awayekî hovane û dûr ji hemû exlaqên mirovî, bi awayekî xoserane êrîşê dike ser jinekê û  nemirovane derbê li pişta vê jinê dide ku pêka vê girte vîdyoyê, yasayê hicaba bi zorê jî parastî ye.

Hêzên hov ên rêjîmê li jêr navê parastina hicabê, bi awayê xoserane û bi tenê bi armanca lêdan, bêrêzîkirin û azardana xelkê bêtawan, jinan li şeqam û kolanan de dikutin û derbên giran li wan dixin û li ragihandinên xwe de jî dirûşmên rengareng ên parastina jinan û ewlehbûna civakê bo jinan didin.