Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê hêza întizamiya rêjîmê, keyfxweşiya xwe ji kuştina xelkê da xuya

11:48 - 6 Tebax 2025

Pasdarê terorîst “Ehmedriza Radan” ku fermandeyê hêza hov û tepeserker a întizamiya rêjîmê ye li bernameyeke têlêvîzyonê de bi awayekî hov, ji kuştina xelkê bi gulleyên hêzên întizamî yên rêjîmê, keyfxweşiya xwe da xuya.

Wî terorîstê rêjîmê li axaftinê xwe de got: “ji destpêka îsal ve li dema lipeyketin bi tohmetbaran, hêzên intizamî teqe li wan dikin û bi teqekirina rasterast 47 kes bi birîndarkirinê girtine û cihê keyfxweşiyê ye ku hejmareke ji wan li vê teqekirinê de hatine kuştin”.

Kuştina xoseraneya xelkê li ser şeqaman bê dadgehîkirin, yek ji wan kiryarên hovaneya hêzên rêjîmê ye ku ew pasdarê terorîst bi vê yekê xwe bi gelek keyfxweş dizane û şanazî bi wan kiryarên hovane dike.