
Piştî daxwaziya çewtekarane ya serkomarê rêjîmê ji xelkê 2 nasnameyî yên derve bo serdana Îranê ku beşek ji pîlanên qirêj ên rêjîmê bo barimtegirtinên zêdetir e, Ofîsa Serkomariya Amerîkayê li karûbarên barimtegirtinê de bi belavkirina daxuyaniuyekê, bi awakekî gelek micid, hûşdarî da ku nabe ti kes ji xelkê Amerîkayê serdana Îranê bike.
Herwisa li vê daxuyaniya hûşdarîdanê de bi tekezî hatiye ragihandin ku hekî bi fermî jî bo Îranê bêne gazîkirin, nabe serdana Îranê bikin.
Ew daxuyaniya ku li tora civakiya “X” de hatiye belavkirin, bi rohnî huşdarî dide ku rêjîma Îranê lipey barimtegirtinên zêdetir a xelkê derve bi taybet yên 2 nasnameyî ye û egera girtina biyaniyan li Îranê gelek zêdetir ji berê ye.