Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birinc ji werzêran bi 75 hezr Tumenî tê kirin û bi nirxa 300 hezar Tumenî bi xelkê tê firotin

12:19 - 6 Tebax 2025

Çend rojan berî niha “Mesîh Kişawerz”, birêveberê encumena berhemanîn û dabînkirina birinc bi awayekî rohn ragihand ku delalên bazaran, birinc bi 76 hezar Tumenî ji werzêran dikirin û li bazaran de bi nirxeke 4 qat zêdetir anku 300 hezar Tumenî bi xelkê difroşin.

Herwisa navbirî ragihandiye ku kontrola nirxan li destê delalên bazarê de ye û rêjîm ji ti hewlekê bo kontrolkirina nirxan li bazaran de nade û destê delalan bo diyarîkirina nirxên nû vekiriye û her nirxek ku bixwazin bo birinc diyarî dikin.

Her bi wî awayî, berhemên curbicur ên xelkê bi nirxeke gelek kêm têne kirîn û bi nirxeke çendîn qat zêdetir bi xelkê têne firotin ku yek ji fakterên bingehîn a qeyrana werzîrî û berhemanîn li Îranê ye.