Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavkaniya mirinê li Rojhilatê Kurdistanê kê ye û çi ye?

13:35 - 6 Tebax 2025

N. Sîmîn Rûhanîzade

Mirin beşek ji sirûşta dinyayê û ti candarek nikare jê bireve û eva tişteke ku her kesek dizane, lê çavahiya mirin û canjidestdana her kesekê cudaye û sedemên xwe hene.

Mixabin li Rojhilata Kurdistanê rojane em canjidestdana xortên xwe dibînin, ev piris tê gorê ka sedema canjidestdana wan çi ye?

Em bi vê dirûşimê ku dibêje “Dagîrkerê Îranî bikujê zarokên me yî”  ku di rojên derbasbûyî de şeqamên Kurdistanê hejandin bersiva vê pirsê bidin.

Ev dirûşim gelek rohin bas ji deselata hakim li Îranê ku Rejîma Îranê yê dike, ku bi siyasetên xwe yên dagîrkerî rojane canê xelkê Kurd distîne.

Zêdetir ji 4 dehikane ku rejîma Îranê bi siyaseta koloniyalîzim jiyana xelkê bi hemû avayekê qurix kiriye.

Di heftiya derbasbûyî de em şahidê vê yekê bûn ku bi sedema şewitandina bizane bûn a sirûşta Kurdistanê sê ciwanên Kurd di kontirolkirina agirê çiyayê Aviyer li bajarê Sinê şewitîn û canê xwe ji destdan.

Canfîdakirina takê Kurd bo parastina ax û av û kerameta Kurd û Kurdistanê tiştek nû nîne û sedan sale ku gelê Kurd canê xwe fîda dike.

Li Kurdistanê tenê takê Kurd niye ku dibe qurbanî belkû siyaseta koloniyalîzim ku armanca vê qurixkirin û talakirina tev hêz û putansiyêla Kurdistanê ye rehim bi çiyayên me, ava çem û kaniyên me, kanza û kangehên me, dar û daristanê me û keç û kurên me jî nake, û her tiştek li Kurdistanê bo takê Kurd derfet û sermaye be, ev bo ser xwe weke gef û metirsî dibîne, lewma ne tenê rêyekê bo geşeya Kurdistanê ava nake belkû bi hemû hêza xwe û hem bi siyasetek nerim û hem bi siyastek tunid tev rêyên geşekirinê jî qut dike, û bi pîlan û bizanebûn takê Kurd û jîngeha Kurdistanê dike arman û jinav dibe.

Ka em bizanin Rejîma Îranê çava bo dar û daristan û çiyayên me çavkaniya mirinê ye?

Daristanên Çiyayên Zagrosê xwe yek ji samanên sirûştî yên Kurdistanê ne, û çiyayên Kurdistanê jî bal takê Kurd gelek pîroze û hêmaya berxwedan û pişt û pena bûnê digehînê, pêka rapor û zanyariyên xelkê ku xwe şahidê kavilkariyên rejîma Îranê bûne, çendîn sale îsbat kirine rejîma Îranê bi sedema armancên xwe yên gemar û bo têkdana êkosîstem û têkdana jêrxana çandî û bayolojîya Kurdistanê agir ji daristanan berdide û bi vê yekê çendîn armancan dipêke.

Armancên rejîmê ku me bas kirin têkdana êkosîtim û têkdana çand û bayolojiya xelkê deverê ye, û di qerax de jî dizane ku takê Kurd nikare jîngeha xwe di nava agir de bibîne û hewil bo kontirolkirina vê nede, û dizane ku xortên Kurd bi destên betal diçine şerê agirê rejîmê û mixabin hin caran rastî hin bûyerên bêveger tên, û di vê halê de dujimin hem kariye bigeha aramanca xwe ku jinavbirina jîngeha Kurdistanê ye û hem jî derbên canî li xortên Kurd dixe û hin caran bi dehan kes di vê rastayê de birîndar û şehîd dibin ku eva jî yekek din ji armancên xwedî rejîma Îranê ye.

Têkdana jîngeha kurdistanê tenê şewitandina daristan û çiyayên me nîne belkû li ew beşên din yên ku çavkaniyên avê hene wan talan dikin û ava Kurdistanê bo avedankirina bajarên navendî yên Îranê vediguhaze, yan bo avakirina bajarek din û çêkirina pirekê derib û xisar li golekê mezin weke gola Urmiyê dide û ziha dike û dike gefek metirsîdar bo têkdana êkosîstema tev deverê, yan li deverên ku kangehên kanzayên bi nirix hene wan talandike û bo siyasetên kavilkarî bikar tîne, û rê nade ku ti xêr û mifahek bo Kurd û Kurdistanê hebe.

Samanên sirûştî û mirovî li Kurdistanê bi vê avayê tê kuştin û jinavbirin.

Lê di niha de girînge basa vê yekê jî bikin û bizanin di demekê de rejîm bi wî avayî mijûlî têkdan û talankirinê ye gelê Kurd heta çi astekî hişyare û li hember wan siyasetan derdikeve.

Bo bersiva vê yekê ger bi çavek vekirî mêzeyî rewşa heyî bikin dizanin li hind beşan de destê xelkê li ast hêz û şiyana rejîmê gelek vekirî nîne, lê dîsan jî berxwedana xwe berdewam dikin û di wan salane de em rojane şahidê vê yekê dibîn ku gelê Kurd di niha de li şerê neraste rast digel rejîmê gelek hişyartire.

Weke mînak di heftiya derbasbûyî de di dema biaxsipartina sê xortên jîngehparêz li bajarê Sinê şîn û taziya xwe kirine hemase û berxwedaniyek bişan li hember rejîmê, û bi dana dirûşimên weke “Dagîrkerê Îranî bikujê zarokên me yî” dane nîşandan ku Kurdistan di niha li ser vê eqiliyetê ye ku rejîma hakim çavkaniya mirinê li hemû beşên Kurdistanê ye û Kurdistan bo takê Kurd deverek ya parêzgehe nîne belkû yekeyek siyasî û nasnameyek serbixwe û qewareyek xweragire û takê Kurd xwe li hember her kavilikirin û gefek bo ser vê axê berpirsiyar dizane û li hember de derdikeve.