
Hejmara 499 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Peyama Hevxemiya Rêzdar Mistefa Hicrî li derheq şehîdbûna jîngehparêzên Kurdistanê, manşêta hejmara 499 an a Agirî ye.
Rûpela 2 – Gotara – Qasimlo rêberek ji bo hemû serdeman, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 3 – gotara - Jîngehparêzî li Kurdistanê, Şêwazek ji berxwedana netewî û dij bi dagîrkariyê ye, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêrana Bêhzad Simko.
Rûpela 4 – gotara – Jîngeh wek meydana şer, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 5 – gotara - Ji Konferansa Munichê heta Şerê Navxweyî, ji nivîsa Kawe Ahemgerî û wegêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 6 – gotara - Hişkbûna bi tevahî a Gola Urmiyê, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 7 – gotara - Fêdralîzm serêşê kêm dike, Lê neteweyên ne-Fars dev ji mafê çarenûsê bernedin, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – Gotara - Sûriya ber bi perçebûnê ve diçe, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 ê a hejmara nû a rojnameya Agirî de Daxuyaniya Navenda Teşkîlata Nihênî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq şehîdbûna 3 jîngehparêzên Kurdistanê hatiye weşandin, herwisa li rûpela 9 ê de gotarek li jêr navê: Helbestvanekî Kurd ê Îraqî, ji nivîsa Vênûs Fayêq cih girtiye.
Rûpela 10 – gotara - Bandora xwendina çîrokan li ser derûn, nasname û pêşeroja zarokan, ji nivîsa Rojan Sofîzade.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêreke li jêr nav û dûrişma “Şengal birînek ku çi caran nehê ji bîrkirin”, bi hilkevta salvegera kuştara hezaran kes ji Kurdên Êzidî ji aliyê girûpa hov û terorîste Daeşê ve.
Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.