Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbuna berq û av li Rojhilatê Kurdistanê jî xelk bêzar kiriye

10:49 - 7 Tebax 2025

Qutbûna lipeyhev û bêbernameya berq û av li Îranê, bi qasek xelkê bêzar kiriye ku rêjîmê ji tirsê nerizayetiya xelkê de, bajar milîtarîze kirine û hêzên rêjîmê bi çekên girane wek Doşke û Bîksî li hinek şeqaman hatine danîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê ev kirîza bê Av û Berqiyê çend qat zêdetire, li bajarê Selmasê de jî pîşe û jiyana rojaneya xelkê rastî astengiyan hatiye û li bajarên “Merîwan û Serwabad”ê de jî berq bi awayekî xoserane tê gutkirin û ti berpirsek jî bersiva wan nade.

Li bajarê Pîranşarê de jî berqa bajar qut kirine ku berq bo zaîrên kerbelayê hebe û li bajarên wek Mihabad, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Urmiye û derdora wan bajaran, hinek caran bi 4 heta 5 demjimêran berq qut dibe.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de pirsgirêka av û berqê bûye sedem ku her dem egera teqîna kerb û kîn û nerizayetiya xelkê heye û bibe serhildanekî girseyî.