
Pêka raporên belavbûyî li navxweyê Îranê, li çiyayên derdora bajarê Şîrazê de li çendîn cihên dûr ji hev dûkelên mezin bilind bûne û pêka gotina wan çavkaniyan, cihê pedafendên esmaniya rêjîmê û saytên mûşekî yên spaha pasdaran a terorîst in.
Herwisa li şirketa Ariya Fûlad a bajarê Erdestanê de teqîneke gelek mezin qewimiye ku sedema vê teqîna cihê şik û gumanê hêj nehatiye zanîn lê rêjîmê ragihandiye ku ti xisarek canî nebûye û liderheq sedema vê teqînê jî bi serastî ti zanyariyek belav nekiriye.
Ew şirketa yek ji mezintirîn şirketên berhemanîna rolên pola li Îran û heta li Rojhilata Navîn de ye.
Sedemên dûkelên li çiyayên derdora bajarê Şîrazê û herwisa teqîna li vê şirketa pola ya li parêzgeha Îsfehanê, hêj bi serastî nehatiye zanîn.