Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Jîwa ya bajarê Pawê, ji ajelên kuvî xwedî derdikevin

10:57 - 7 Tebax 2025

Bi sedema nebûna av û çikbûna çavkaniyên avê li çiyayan, ajelên kuvî rastî bêaviyê hatine û metirsiya jinavçona wan heye lewma endamên Encumena jîngehparêziya Jîwa ya bajarê Pawê, bi kêmtirîn îmkanatan, avê bo wan ajelên kuvî dabîn dikin û avê bo hewzên diyarîkirî dibin.

Ajelên kuvî li çiyayên derdora bajarê Pawê bi sedema nebûna avê nêzî cihên niştecîbûna xelkê û rêyên hatinûçona maşînan dibûn û metirsî li ser wan hebû, lê bi vê çalakiya bi wec, canê wan ajelên kuvî ji berê baştir tê parastin.

Endamên vê encumena jîngehparêzî, bi awayekî rêkxistinkirî, xwebexşane û berdewam hewzên avê li çiyayan de tejî av dikin û ji ajelên kuvî xwedî derdikevin, û ciwaniya Zagrosê diparêzin.