
May satî, Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên mafê mirovî li Îranê, tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq bidarvekirin û bêserûşûnkirina termê girtiyê siyasiyê Kurd “Hemîd Husênnijad Heyderanlo” yê xelkê bajarê Çaldiranê ragihand ku ev kireyara rêjîmê, binpêkirina eşkere ya mafê mirovî û belgeya sizakirina sitemkarane ye.
Herwisa navbirî, ragihand ku li pêvajoya pêregihîştin bi dosya wî girtiyê siyasiyê Kurd, mafên wî yê destpêkî jî hatiye binpêkirin û îtirafkirinên li jêr îşkenceyan jê vergirtine ku dijî sozên navnetewî yên rêjîma Îranê ne û erkê rêjîmê ye ku dawiyê bi wan kiryarên xwe bîne.
May Sato ev yeka jî got ku perdepoşkirina cihê gora “Hemîd Husênnijad”, beşek ji siyaseta rêjîmê bo tirsandin û jinavbirina dijberan e û herwisa mafê malbata wî ye ku cihê bi axspartina termê wî bizanin û ew kiryara rêjîmê sizakirina sitemkarane ya malbata wî girtiyê siyasî ye.