
Zanayekî navkî yê rêjîma Îranê ku hevkarê rêjîmê li bernameya navkî ya rêjîmê bû, bi tohmeta sîxurîkirin bo “Mossad”ê hate bidarvekirin ku li torên civakî de dengvedanek zêde li pey xwe anî ku paşeroja hevkarîkirin digel rêjîmêk xwînmij û cinayetkar, bidarvekirina wî bi destê rêjîmê bi xwe ye.
“Rûzbêh Wadî”, zanayê navkî yê rêjîmê û derçoyê duktoraya endazyariya navkî li beşa reaktoran ya zanîngeha pîşeyî ya “Emîr Kebîr” e ku li sibêdeha roja Çarşemî 15ê Gelawêjî, bi tohmeta hevkarî digel “Mossad”ê hate bidarvekirin.
Belavoka zanîngeha “Emîr Kebîr”, ew tohmet bi dosyesazî li dijî wî zanayên navkî binav kir û ragihand ku li her pile û payeyeke hikûmî û bi her cure xizmetkirinek bi rêjîmê jî, ti ewlehiyek canî û karî bo pisporan nîne û derketin ji Îranê hewcehiyek bo zindîmanê ye.