
Rêzdar “Mistefa Hicrî” Sekirtêr Giştî yê Hizba Dêmokrat, bi hilkefta derçuna 900e mîn hejmara “Kurdistan” û 500 e mîn hejmara Agirî, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Weşana 900e mîn hejmara rojnameya “Kurdistan” zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hevdem digel belavbûna 500e mîn hejmara rojnameya “Agirî”, wek belavokek siyasî-çandî ya Organa Ragihandin a vê hizbê ye.
Man û pêşxistin û berdewamiya wan herduk rojnameyan, ku zimanhalê Hizba Dêmokrat û tevgera Netewî-Dêmokratîk a Rojhilatê Kurdistanê ne, encama xebat û lêzanîn û cehdên newestane ên çendîn nivşan ên xebatkarên Dêmokrat û hogirên pirsa netewiya Kurdistanê li bajar û çiya de bûye.
Bi vê hilkeftê, tevî pîrozbahîkirin li birêveber û hevkarên wan 2 rojnameyan, mandînebûniyê li tev wan kesan dikim ku bi cehd û xebata bêrawestana xwe, li demên herî dijware şoreşê de, çi li derve û dûr ji welat û çi li navxweya welat de berdewambûna wan 2 organan li stuyên wan bûye û karûbarên nivîsîn, pêdeçon û aliyê teknîkî, li ser milê wan bûye.
Ev berdewambûna, nîşanderê girîngiya karê ragihandinê li ser bingeha doza Kurdistan û Kurd e ku Hizba Dêmokrat bi giringî û bihayek bilind ve mêzeyê vê dike wek wêzgeheke ji xebata xwe, li ser berdewam e.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
17ê Gelawêj a 1404 a Rojî
8ê Tebaxa 2025 a Zayînî