
Husên Mûsewiyan, dîplomat-terorîstê rêjîma Îranê ku li şehîdkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî”, rêberê zana û Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrata a Kurdistana Îranê de rol hebûye, ji zanîngeha Prinseton a îyaleta NiyoCêrsî ya Amerêkayê hate derxistin.
Wî terorîstê rêjîmê li vê zanîngeha Amerîkayê de wek “karnasê ewlehiya rojhilata Navîn û siyaseta navkî” li bernameya zanist û ewlehiya cîhanî bûye. Ew yek di demekê de ye ku wî terorîstî li dehikên 80 û 90an a zayînî li terorkirina zêdetir ji 24 dijberên rêjîma Îranê ên wek “Şapûr Bextiuyar, Firêdûn Ferruxzad, Dr. Qasimlo û Kazim Recewî” de rol hebûye û li terorkirina Dr. Şerefkendî de balyozê rêjîmê li Alman de bûye û alavên hewce bo vê kiryara terorîstî dabîn kiribûn.