
Wezareta Derve û Koçberan ê Lubnanê bi belavkirina peyamekê axaftinên Elîekber Wilayetî yê şêwirkarê rêberê rêjîma îranê bi mînakek eşkere ji destêwerdana rasterast li karûbarên navxwyê Lubnanê binav kirin û bi tundî şermezar kir kirin û ragihandin ku bi ti awayekê ev yêka ji rêjîma Îranê nayê qebûlkirin.
Herwisa wezareta Derve û Koçberan a Lubnanê ragihandin ku ev destêwerdanên rêjîma Îranê ti şiroveyek erênî nîne û ev yekem car nîne ku rêjîma Îranê cehda destêverdan li karûbarên navxweyê Lubnnaê de dide.
Elîekber Wilayetî, biryara çekkirina Hizbullahê bi bernameya Amerîka û îsraîlê binav kiribû û gotibû ku rêjîma Îranê dê piştevaniya xwe li Hizbullahê berdewam bike.