Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 5 girtiyên din jî bidar vekirin

11:38 - 10 Tebax 2025

Pêka dawî amarên tomarkirî, rêjîma Îranê ji destpêka vê heyvê ve zêdetir ji 102 kes bidar vekirine ku bi awayê nêvîncî, li her 24 demjimêran de zêdetir ji 5 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine û pêka dawî raporan, li roja Înê 17ê Gelawêjê, 2 girtiî yên bi navên “Haşim Surxî û Rehman Cehangîrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de bidar vekirine.

Herwisa rêjîmê li 15ê Gelawêjê, “Hesenelî Zêynîzade” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê û “Hesen Şahwerdî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Burûcêrdê de bidar vekirin.

Herwisa, “Davûd Lice`î” li girtîgeha “Wekîlabad” a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatiye bidarvekirin.