
Îlham Eliyêf ê Serkomarê Azerbaycanê û Nîkol Paşîniyan ê Serkomarê Ermenistanê li Koşka Sipî de hevdîtin kirin û bi pêşniyar û daxwaziya Donal Tromp ê Serkomarê Amerîkayê, biryara dawîanîn bi şer û dijayetiyan dan û rêya startejîk a “Zengezorê” heta 99 salan bi kompaniyeke Amerîkayî spartin û navê vê korîdorê bi korîdora Trump hate navdêr kirin û bi fermî bi “rêya Trump bo aşitî û xweşbijîviya navnetewî”(TRIPP) tê naskirin.
Ev yeka tevî ku pirskirên li navbera wan 2 welatan bi awayek çareser dike derbeke gelek giran bi rêjîma Îranê ye û pêka hinek zanyariyan, rêjîma Îranê bi vê rêyê, her salê bi milyardan Dolar, li firotin û veguhastina Gazoîlê, dahat dest dikevt ku ev jî ji destê rêjîmê ço.
Rêjîma Îranê ji vê yekê gelek nezarî ye û Elîekber wilayetî yê şêwirkarê Elî Xamineyî, îdia kir ku dê rêgirî ji vê girêbesta Zengezorê bikin û nahêlin ev lihevkirin serkeve.
Rêjîma Îranê bi salan e ku aloziyên di navber Azerbaycan û Ermenistanê bi qazancê xwe bikar aniye, û gelek caran bi manovrên serbazî îdia dikir ku ev dever li jêr kontirola wê de ye, lê bi vê girêbestê û radestkirina Zengezorê bi Amerîka ku navê Tiramp jî li ser hate danîn, ji bilî evê ku rêjîma Îranê her tişt torand, ji bilî evê ku Azerbaycanê de payîgahên Îsraîl hebûn, niha hem Ermenistan û hem Azerbaycan, bi curekê bûne axa Amerîka û Nato yê jî li ser sinûrê Îranê.