Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên pîrozkirina 25ê Gelawêjê têne kirin

11:51 - 10 Tebax 2025

Bi hilkefta 80 saliya avakirina Hizba Dêmokrat, û bi armanca bilind nirxandina 80 sal xebat û berxwedan û gernasî û berdewamiya vê Hizbê li ser doza netewî, endam û alîgirên vê Hizbê û bi giştî xelkê welatparêz û Hizbdostê Rojhilatê Kurdistanê, amadekariyan dikin bo pîrozkirina vê hilkefta girîng.

Herwisa Endam û alîgirên mêrxwase Hizba Dêmokrat li piraniya gund û bajar û deverên Kurdistanê de kar û çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin û der û dîwaran bi tirakt û postêrên taybet bi 25ê gelawêjê dixemilînin û gelek cihan û li ser rêkan û piran û cihên giştî Ala Kurdistanê û Logo ya Hizbê hildidin.

Endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat li gundên “Şînawa, Gamêşgulî, kela Holako, Birahîm’abad, Muşîr’abad û Goykçelî”yê ser bi bajarê Bokan ê, çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar xistin û wêne trakt û posterên taybet belav kirin û Ala ya Kurdistanê bilind kirin.

Li gundî Îndirqaşê ser bi bajarê Mihabadê jî, Ala ya Kurdistanê hate bilind kirin.

Li nava bajar û gundên derdora Pîranşehrê de jî bi awayê berfireh karê teblîxî hate kirin.