
Piştî qutbûnên lepeyhev û demdirêj ên berqê li bajarê Babolserê xelkê bêzarbûyî yê wî bajarî, rijiyane ser şeqaman û li rûberûyê îdareya berq a wî bajarî, xwenîşandaneke nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza bersivdana berpirsan li derheq qutbûna berqê kirin.
Rewşa qutbûna bêbername û demdirêj a berqê ku qutbûna avê jî li pey xwe tîne, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de gelek dijwartir ji bajarên din ên li Îranê de ye û vê yekê tevî xisarên malî bi pîşe, werzêrî, bazar û heta berhemanînê, bûye sedema jinavçona berhemên paşkevtkirî li enbaran û herwisa li sarkerên li nav malan ku li rewşa niha de bi zehmetiyan têne dabînkirin, jiyana dujwar a xelkê dujwartir kiriye.
Qutbûna berqê li nexweşxaneyan dejî bûye gef li ser canê nexweşan û li bajarê Robat Kerîm ser bi parêzgeha Têhranê, bo xwehênkirinê neçar in li ser kaşiyên erdê nexweşxanê xwe dirêj bikin.