
Bi sedema qutbûna bêbername ya berqê li roja Yekşemî 19ê Gelawêjê li taxa Gulistan a bajarê Salihiye ser bi bajarê Têhranê, bazarî û xwediyê dukanan, bazar û dukanên xwe daxistin û bi kerb û kîn, êrîş kirine ser îdareya berq a taxa Gulistan û daxwaza bersivdana berpirsan kirin.
Xwediyê dukanan û herwisa bazariyan ragihandine ku çendîn demjimêran berqa wan hatiye qutkirin, tevahiya bazar û karên wan sekinine û ti berpiresk jî bersiva wan nade lewma bi neçarî êrîş kirine ser îdareya berqê li vê taxa bajarê Salihiyê û li ber deriyê vê kom bûne ku vê pirsgirêkê çareser bikin lê ti berpirsekî pêywendîdar amade nebûye bersiva wan bide û ew rastî xisarên malî hatine û kirîn û firtotin û herwisa karên din, bi tevavî sekinîne.