Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfirehe teblîxî bi hilfta 25ê Gelawêjê, berdewam in

11:07 - 11 Tebax 2025

Li berdewamiya çalakiyên berfireh ên teblîxî li devedevê 25ê Gelawêjê, 80ê mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî ji aliyê endam û alîgirên Hizba Dêmokrat ve bi rê ve diçin.

Li bajarê Mihabadê li devera “Şarwêranê” li gundên “Tirşekan, Hacîxoş, Gabazele, Kêcawa, Qeredax, Xurxure, Girdê Yaqûb, Kone dê û Daşxan”ê  û herwisa gundên Paşberd, Gamîşan û Ozenderê” de wêne û traktên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin û Ala ya pîroz a Kurdistanê li vê deverê hate bilind kirin.

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat serdana gora çendîn Şehîdên Kurdistanê ên wek fermandeyê Şehîd “Xidire sor” li devera Gewrikatî ya bajarê Mihabadê kirin û tevî xemilandina gora wan bi axabanî û ala ya pîroz a Kurdistanê, peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin.