Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfirehe teblîxî bi hilfta 25ê Gelawêjê, berdewam in

11:15 - 11 Tebax 2025

Li berdewamiya çalakiyên berfireh ên teblîxî li devedevê 25ê Gelawêjê, 80ê mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî ji aliyê endam û alîgirên Hizba Dêmokrat ve bi rê ve diçin.

Li nav gundê Serrêzê ser bi bajarê Sinê de çalakiyên berfirehe teblîxî bi belavkirina traktên taybet bi 25ê Gelawêjê, hatine lidarxistin û şêrînî li nav xelkê de hatine belavkirin.

Herwisa li gundê Dizê ya Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat dirûşmên Hizbî yên taybet bi 25ê Gelawêjê li ser dîwarên wî gundî nivîsandin.

Li bajarên Serdeşt û Rebetê de jî li gundên “Mûsalan, Şêwawkan, Nebîawa, Dêge, Girjal, Wawan, Bilîte, Keçelawa, Goman û Nelas”ê de wêne û traktên taybet bi 25ê Gelawêjê hatine belavkirin û alaya pîroz a Kurdistanê li vê deverê de hate bilindkirin.

Li bajarê Seqizê de jî gora 11 şehîdên serdema Komara Kurdistanê li gundê “Dozexere”yê bi alaya pîroz a Kurdistanê hatine xemiland û têkoşerên Dêmokrat, peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin û yada wan şehîdan bi bilin dragirtin.