
Hizba Xelkê Belûçistanê li peyameke pîrojbahiyê de 80e mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pîroz kir û ragihand Hizba Dêmokrat bi paşxaneke rohn û giştî, sermayeya civakiya berfireh û hêza rêkxiraviya berçav, dikare û dibe ku yêk ji sitûnên bingehîn ên alternatîv a paşerojê be.
Li beşke vê peyamê de hatiye: “Em wek Hizba Xelkê Belûçistanê, li salvegera vê hilkefta dîrokî de tevî bi bîranîn ji vê hilkefta mezin, tekezî bi ser hevpeymaniya stratejîk a xwe digel Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hêzên xwedî pêgeh ên dêmokratîke din li Îranê dikin”.
Li vê peyamê de îşare bi vê hatiye kirin ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi dîtingehek giştî û pêşkevtinxwaz, her tim hewl daye daxwaziyên gelê Kurd bo asteke hemûalî bilind bike û bi girêdana daxwaziyên netewî yên Kurd bi netewên din û tevgerên mafxwazaneyên din, li hundirê navendgerayî û çewsandina pêkhateyên sîstema komara Îslamî, rêyek rû bi sîstemek nû, sikolar û derveyî navendê, weke.
Li berdewamiya vê peyamê de hatiye nivîsandin, li Belûçistanê jî her wek Kurdistanê, tama tal a helandina netewî û bidarvekirin û cudatîdanîn û hejarî û piştguhxistin tê sehkirin. Ceribandinên me derxistine ku rêya rizgarî bi rêya hinek reforma bi berçav ve nîne, belku bi rêya hevkariya stratêjîk a netewên bê maf û beşdarîkirina wan li projeyên giştî de bo veguhastin bi sîstema federalî û demokratîk li Îrana çendîn netewî de ye.
Li beşeke din a vê peyamê de hatiye îşarekirin ku tevgera “Jin Jiyan Azadî” careke din da nîşandan ku gelên Îranê bi yekîtiya xwe, hêzeke hertim serkevtî ne û Kurdistan jî dilê vê tevgerê ye û Belûçistan jî dengê bilind ê vê tevgerê bû.
Li beşeke din de hatiye, şerê 12 roje yê vê dawiyê ya komara îslamî û îsraîl û Amerîkayê, rizîbûna pêkhateya desthilata komara îslamî eşeke kir. Ev sîstema ku dehan sal bû bi hinardekirina teror û avakirina girûpên milîs ên tevdançî û tepeseriya navxweyî berdewam bû, niha li eniyên derve û li dilê xelkê de ti rewatiyek nîne û bilî tepeserkirina xelkê, ti bandorek dîn nîne.