
Nûtirîn berhema “Bêhzad Qadirî”, nivîskar û rojnamevan ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, li jêr navê “Hizir û deshilat” ku şiroveyek hundirnasî bo siyasetê” ye hate çapkirin û belav bû.
Ev berhema li 18ê Gelawêja îsal ji aliyê weşanxaneya “49 Kitêb” li Swêdê bi jimareya navnetewî ya “ISBN”ê hate weşandin û biryar e ku li pêşerojek nêz de li Başûrê Kurdistanê de jî bê belavkirin.
Giringiya mijarên ku li wê pirtûkê de hatine şirovekirin, ji hundirnasiya “Nasyonalîzm, nasnameya netewî, xebata siyasî, dîktatorî, dagîrkarî û dagirkirî û şoreş”ê pêk hatiye.
Bêhzad Qadirî li derheq giringiya vê berhemê de ragihand: “Li demekê de ku netewa Kurd hêj li tekoşîn û xebat bo gihîştin bi mafên netewî û miroviyên xwe berdewam e, lêzanîna siyastvanên Kurd bi hundirnasiya siyasî netenê her hewcehî bi rohnkirinê heye, belku alavek bo serkirdayetiya hişyarane, bihêzkirina piştevaniya netewî û pêşxistina armancên startejîk e”.
Hewceyî basê ye ku “Bêhzad Qadirî” kadrê siyasî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye û birwanameya lîsans a hundirnasiyê heye û li warên çîrok û vergêranê de jî xwediyê 5 berhemên din e.