
Endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat li 80 saliya avakirin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de çalakiyên berfireh li dar dixin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û niştimanî radigihînin.
Li wan cihan de çalakiyên teblîxî, hatine lidarxistin:
Li bajarê Bokanê, amadekarî bo çalakiyên zêdetir têne kirin û alaya pîroz a Kurdistanê li çiyayê “Mîrqaz” û herwisa li Gamêşguliyê li ser çiyayê “Qebran”, hate bilindkirin.
Li bajarê Pîranşarê de li Konexanê, taxa Mam Xelîl, kemerbendiya Konexanê û taxên Kasekeranê, Badînawê ku alaya Kurdistanê jî hate bilindkirin, Gird Rehmet, Nemincê, Zêwe, Kasoredê, Pîrekanî, rêya Pîrekanî, Xaldar, Girdesûr û girdê Kawlan”ê, çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Herwisa ciwanên welatparêz ên Kurd li bajarên Şabad û herwisa Xuremabadê, peyamên pîrojbahî bi hilkefta 80 saliya avakirin a Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê belav kirin.
Li bajarê Mibadê li gundê Îndirqaşê de jî çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Herwisa bo çendemîn car li Dizeya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê de çalakî berdewam bûne û alaya pîroza Kurdistanê û herwisa Yûbîla Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.
Li bajarê Sqizê de jî li gundê “Kesnezanê”ê de şalakiyên berfireh bi rê ve çon.