
Kangeha zêr a Teftanê ku tevî hemû dijayetî û nerizayetiya xelkê devera Teftanê karê xwe berdewam dike, li vê dawiyê de bi teqandinên mezin li vê kangehê, tevî xisargihandin û jinavbirina sirûşta deverê, xisar bi werzêran û xwedîpezên vê deverê xistiye.
Pêka gotina xelkê deverê, teqînên gelek mezin li vê kangeha zêr de têne kirin ku heta niha çendîn pezên xelkê bi sedema wan teqînan telef bûne û made û gazên jehrî yên belavbûyî yên kangehê, dibne sedema fetisîna pezên xelkê û herwisa levitîna jîngehê û jehrîbûna berhemên werzêrî.
Bi sedema karê li vê kangeha zêr ku bilî zirar û xisara bi deverê û xelkê nişteciyê derdora vê, bûye sedema jinavçona kaniyên avê ku werzêr û xwediyên terş û ajelan û herwisa jiyana kuvî ya deverê, tûşî pirsgirêka bêaviyê kirine.