Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema kêmbûna berqê, 17 parêzgehan de teitîlî hate ragihandin

11:13 - 12 Tebax 2025

17 parêzgariyên Îranê ragihandin ku li roja Sêçemî 21ê Gelawêjê, îdare û bank hatine daxistin. Hatiye ragihandin ku bi armanca kêmkirina dema qutbûna berqê ev yeka hatiye ragihandin lê li rastiyê de rêjîma Îranê ti bernameyeke serast bo dabeşkirina berqê li seranserê Îranê de nîne.

Herwisa ti bernameyeke zanîstî jî li vê derheqê de nehatiye dariştin û rêjîma Îranê bi awayekî berdewam berqê dide Îraq, Efxanistan û çend cihên din û xelkê Îranê ji vê berqê hatiye bêparkirin, ticaret û karên Îdarî disekinin û jiyana rojaneya xelkê disekine û ev yek tevî hemû paşhatên xwe yên dijwar, ti giringiyek bo berpirsên rêjîma îslamiya Îranê nîne.