Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên rêjîma Îranê bo destêverdan li karûbarên navxweyê Lubnanê berdewam in

11:19 - 12 Tebax 2025

Piştî ragihandina biryra dewleta Lubnanê bo çekkirina Hizbullahê, berpirsên rêjîma Îranê cehdê dikin ku bi her awayekê be vê biryarê kêmreng bikin û bi bandorxistina zêdetir bo ser Hizbullahê, aloziyên li Lubnanê berdewam û dijwartir bikin.

Bi vê armancê “Elî Larîcanî” berpirsê nû yê “şêwreya bilind a ewlehiya netewî” ya rêjîmê serdana Îraq û Lubnanê dike da ku bikare bi handan û xapandina zêdetir a milîsên xwe li hember biryara wan welatan bo cihgîrkirina aramî û asayîşa xelkê wan, bide sekinandin.

Cozêf Ewin ê Serkomarê Lubnanê ragihand ku li ser biryara xwe pêdegir in û Hizbullah dibe bê çekkirin û rojnameya “Hona” ya Lubnanê jî belav kiriye ku berpirsên Lubnanê dibe li hatina berpirsên rêjîma Îranê bo Lubnanê de bi rohnî li derheq siyasetên kawilker ên rêjîmê, huşdariyên tund bidin wan.